Serok Barzanî: DAIŞ bidawî nehatiye û sedemên serhildana wê jî hîn mane

Serok Barzanî: DAIŞ bidawî nehatiye û sedemên serhildana wê jî hîn mane

Apr 04 2019

Serok Mesûd Barzanî ragihand: “Me gelek aram girt û me derfeteke zêde da bi hemû aliyan bo ku Hikumet ji hemû aliyên biraweyên hilbijartinê pêkbê. Heta niha ew hêviya me heye ku Hikumet ji aliyên cûda cûdayên biraweyên hilbijartinê pêkbê, lê belê bi rûnî dibêjim ji îro ve yek çirkeyeke din li benda wan namînin û bi piştevaniya xwedê demeke nêzîk de hikumeta nû pêktê.”

Ev gotinên Serok Barzanî li gotarek da hate pêşkêş kirin ku roja çarşem 03.04.2019 piştî vekirina 14. Çardehemîn Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêrê hate vekirin.

Serok Barzanî di destpêka axaftina xwe de ragihand: “Vekirina pêşangeha pertûkan salane li Hewlêrê cihê şanaziye û Hewlêr jî şanaziyê bi vê pêşangehê dike.”

Serok Barzanî carekî din serxweşiyê pêşkêşî kesukarê qurbaniyên rûdana niqûmbûna "belema mirinê" li Musilê kir û di derbarê kêşeyên bajarê Mûsilê de ragihand: "Ew karesata Musilê sedema wê xerapiya rewş û nebûna asayîş û sîstemek bû, bi taybetî piştî rizgarkirina bajar. Gelek bi mixabiniyê ve ew malbatên ku piştî dagîrkirina bajar bi sedema terorîstan koçberbûn, bi hêvî û mizgînyê ve vegeriyan. Lê belê piştî demekî koçberbûn, bi taybetî ku dîtin ne xizmetguzarî û ne asayîş û ne jî sîstemek heye li bajar. Ji bo wê yekê dûbare vegeriyan wargehan".

Serok Barzanî balkişand li ser metirsiya terorê û ragihand: “Belê DAIŞ gurzeke bi hêz li ber ket û tûşî şikesteke zêde bûye. Her wiha ew navçeyên ji dest daye ku dagîr kiribûn çi li Iraq û çi li Sûriye, lê belê metirsiya DAIŞ bi dawî nehatiye, xelafeta sexteya DAIŞ dawî hat, lê belê tirsa dawî nehatiye, DAIŞ hê jî gefekî rastîne û ciddiye û binbirkirina DAIŞ jî pêwîste bi hemahengî bê li navbera Iraq û Sûriye, nabê li welatek da Da'îş bê binbir kirin, bi taybetî li navbera Iraq û Sûriye ji aliyeke din ve hela ewe hebê Da'îş serîhilbide û dirust bibê. Xelafeta sexte rûxa û renge dawî hatibê, lê belê sedemên serhildana DAIŞ hê jî mane. Ji bo wê yekê nabê bibêjîn DAIŞ dawî hatiye û nemawe, ewên wiha dibêjin pêş me hemûyan nerastiyê bi xwe jî dibêjin û ji bo mebesta siyasî û tiştên din wiha dibêjin".

Serok Barzanî di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexda ragihand, binpêkirina destûr gelek hela baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ji nav bir, lê belê niha keşuhewayekî nû heye ji bo wê yekê bikarîn çareseriya kêşeyan bikîn.

Li vî derbarî de Serok Barzanî ragihand: “Nakokî û kêşeyên li navbera Hewlêr û Bexda dirust bû, eger destûr wekî xwe bihata bi cîhkirin, ew kêşe rû nedida, lê belê niha bi xweşhaliyê ve hemû gihîştîne wê baweriyê ku guftûgo û diyalog û hevkarî, take sedema serkeftina çareserkirina kêşeyane neku bi berevajiya wê.”

Her wiha ragihand: “Me tu demekî rojek ji rojan ji bilî têgihiştin û guftûgoyê bijardeyeke din nebûye, eger bi neçarî me rêyên din li ber girtibê, ew bêguman li ser me hatiye sepandin.”

Tekez jî kir: “Îro rewşeke nû û derfeteke nû dibînîn, her wiha daxwazek heye ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexda, wiha dibînîn ku bûna birêz Adil Abdulmehdî li Serokayetiya Hikumetê derfeteke nû ye, renge derfeta dawî jî bê ji bo çareseriya kêşeyan, ji bo wê yekê bi tu awayekî nabê ew derfet bê ji destdan û hevkariya birayê xwe Adil Abdulmehdî dikin, hevkar dibîn bi awayeke ciddî ji bo çareseriya hemû kêşeyan neku tenê li Herêma Kurdistanê, yan li navbera Herêma Kurdistan û Bexda, belku çareseriya wan kêşeyên taybetin bi hemû hemwelatiyên Iraqê.”

Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de Serok Barzanî ragihand: "Herêma Kurdistanê hilbijartina Parlemena Kurdistanê bi serkeftiyî birêkir, encam jî derketin û me gelek çaverê kir, hewla pêwîst hatiye dayîn bi hemû aliyan, lê belê niha gihîştîne qonaxek ku êdî çaverê nekîn û Parlemen dest bi karên xwe yên ji bo hilbijartina Serokê Herêmê û hêsankariya ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Li dawiyê de jî Serok Barzanî tekez kir: “Hêvîdarin û heta niha jî ew hêviya me heye ku Hikumet ji aliyên cûda cûdayên biraweyên hilbijartinê pêkbê, lê belê bi rûnî dibêjim ji îro pêve yek çirkeyeke din çaverê nakîn û bi piştevaniya xwedê demeke nêzîk de hikumeta nû pêktê.”

Çardehemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pertûkan li Hewlêrê, bi beşdariya zêdetirê 300 weşanxane ji 21 welatên Erebî û biyanî û her wiha 42 weşanxaneyên li Herêma Kurdistanê û zêdetirê 100 kesayetiyên rewşenbîr û akademî li hûndir û derveyê Herêma Kurdistan û Iraqê hatiye vekirin û heta 11 rojan berdewam dibe.

928