Gundê Qermîtliq
Efrîn... Çekdarên Emşat welatiyekî Kurd eşkence kir
Apr 17 2020
ARK NEWS... Li gundê Qermîtliq yê navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Emşat welatiyekî Kurd revand, û bi tundî eşkence kir.
Jêdereke taybet nexwest navê wî were eşkerekirin îro 17ê Nîsana 2020î ji ARKê re ragihand: Çekdarên Emşat bi serpereştiya Seyf Eldîn, welatiyê Kurd yê bi navê Seîd Husên Mîro revand, û bi tundî eşkence kir.
Heman jêderê bal kişand ser ku bi tometên PYDê ew hatibû revandin, lê piştî 200 hezar L.S dan, ew serbest berda.
Jêderê tekez kir ku rewşa wî ya tendirustî ne baş e û berê jî hin nexweşî pê re hebûn.
Ş.E
433
