Kongirê Komkara ‘Erebî li tonsê hat li darxistin

Mar 31 2019

Îro roja yeşkemmê(31.3.2019) li welatê tunsê , Komkara ‘Erebî bi amadebûna 13 serok , paşa û mîran, û bi neamadebûna 8 din 30mîn kongirî xwe li dardixe.

Jiblî serokê Sûriyê, Beşar ElEsed, 8 serokê din yên 'Ereb îro di gongirê Komkara ‘Erebî de amade nebûn û dinava wan de serokê Sudanê 'Umer Elbeşîr û serokê Cezaîrê 'Ebdal'Ezîz Butefilîqe û sultanê 'Emanê Qabus bin Se'îd û paşayê Mexribê Mihrmrd Elsadis hebûn .
Di vê kungirê de , serokê Tunsê wê serokatiya Komkarê ji paşayê S'ûdiyê Selman bin 'Ebdul'Ezîz werbigire ku serokê Komkarê di xola wî ya 29 de bû.

Tevî ne amadebûna Sûriyê li vê xola Komkarê de , lê doseya Sûriyê xwe bihêzê li ser karnameya komkarê disepîne, û bi taybetî piştî , imzeya serokê Emerîka Donald Tiramp, ku fermana danpêdana destihilatdariya Îsraîlê derbarê Colana Sûriyê de , derxist.
Karnameya xola sîhemîn ya komkarê , 20 proje û doseyê li xwe digre , û giringitrîn dose , doseya Filistînê û rewşa welatên Lîbiya , Yemen , piştevaniya Sûdanê û destêwerdana Îranê di karubarên dewletên ‘Erebî de, ne.

Di destipêka Şoreşa Sûriyê di sala 2011de, Komkara ‘Erebî endamtiya Sûriyê di komkarê de hilwasî û doseya têkilyên S'ûdyê , Îmarat û Misir û Behrîn bi Qeterê re jî nayê baskirin jiber rewşên Filistîn , Sûrî , Lîbya û Yemen ne .

Cara sêyemîne Komkara ‘Erebî li Tunsê tê li darxistin , tevî ne amadebûna hijmarek mezin ji rayederên ‘Erebî , û girêdana vê xolê li rewşekî ‘Erebî xirab de, lê tê pêşbînî kirin ku biriyarên giring were sitandin derbarê karên ‘Erebî hevbeş de, û berjewindiyên 'Ereba yên hevbeş bidestvebîne çi l ser astê rewşa Sûriyê yan Qeterê be û herwiha rawestana şer li Yemenê be .

Lê amadebûna Sûriyê û taybetî serokê Rêjîma Sûriyê Eeşar ElEsed di civînên Komkara ‘Erebî de , demîne cihê nakokyê dinavbera dewletên Komkara ‘Erebî de.

689