Fadî Mir'î: Milletê Sûriyê hêjî daxwaza mafên welatîbûnê dike, ne daxwaza xakek bê romet

Mar 28 2019

Serokê Ofîsa Peywendiyên Giştî yê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê, Fadî Mir'î, derbarê biryara serokê emerîka donald tramp, derbarê colanê daxuyanyek belav kir whelwêsta şepêlê da zanîn.

Serokê Şepêlê, wiha basa biriyara Tramb, di daxwiyaniya xwe de kir, biriyara Tramp derbarê Colan û derketina çend gotaran ji aliyê partiyên kurdî wê derbarê de , û Sûriya dagîrkiriye bi xak û milletê xwe ve ji aliyê "El Esed" ve destipêkê ji Esedê bav ve û heta Esedê kor .

Hikumdariya paritya Be'sa tek alî heta niha berdewame, hêla dehê di navçeyên kurdî de hêjî dagîrkiriye, hêjî nîzîkî (42) wargehên 'Ereban di nava xaka kurdî hene, û dest daniye ser zevyên herî dewlemend yên kurdan, û dest danîne ser zevî û 'erdên kurdan û navên gund û bajarên kurdan guhertîne.

Heta weke îro, Rêjîma Esed, yek fîşek biser Colanê re ne avêtî ye, û eger rêfrandom jî li nava colanê were krin , wxelkê wê dnavbera destihlata Mala Esed û Îsraîlê de were taqî kirin , wê demê wê xelkê Colanê hikumê Mala Esed red bike û li himber tevlî bûna Colanê bi dewleta Îsraîlê re xelkê wê bê deng ma lê himber Mala Esed bê deng namînin.

Serokê Ofîsa Peywendiyên Giştî yê Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê , Fadî Mir'î, da zanîn ku , berawirdiya rewşa xelkê Colanê bi rewşa milletê Sûriyê yê ku nîvê wî rastî kuştinê hatine û bihezaran hatine girtin û mal û mulkên wan wêran buye , û hêjî rastî kuştin , girtin , koçberî , derbederyê tên û delweta Sûriyê û milletê wê tê firuştin bo hemî aliyekê tenê jibo mana Beşar Esed di destihilata Sûriyê de û heta niha jî şer berdewame, hêjî welatyê Sûryê li mafê welatîbûnê digere , ne li xaka ku bê romet , keramet digere , azadyê û mafê xwe dixwaze.

374