Rêjîmê xwenîşandanek li Qamişlo li dar xaist

Rêjîmê xwenîşandanek li Qamişlo li dar xaist

Mar 27 2019

Wekû piştgiriyekê ji Colan re û nerazîbûnekê li ser biryara serokê Emrîkî Donald Tramp re , rêjîma Sûriyê xwepêşandanek li bajarê Qamişlo yê kurdistana Sûriyê lidarxist ku têde alên rêjîma Sûriyê û wêneyên serokê rêjîmê Beşar Alased hatin bilind kirin .

Ev ne cara yekê ye ku rêjîma Sûriyê çalakiyên bi vî aweyî lidardixe ku berya neha gelek caran rêjîma Sûriyê xwepêşandan û çalakyên partiya Albaas li nava bajarê Qamişlo lidarxistiye .

Tevê ku çekdarên PYDê raghandiye ku nabe tu çalakî bê wergirtina muletê ji wan li kurdistana Sûriyê were lidarxistin û herdem êrîşî çalakiyên ENKSê dikin lê rêjîma Sûriyê berdewame di lidarxistina çalakyên xwe bê ku tu muletê ji çekdarên PYDê wergire .

871