Du jinên kurd li Helebê jiyana xwe ji dest dan

Du jinên kurd li Helebê jiyana xwe ji dest dan

Mar 26 2019

ARK NEWS.. Li bajarê Helebê du jinên kurd ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê roja Newrozê ji ber şewata mala wan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor jêdereke taybet nêzîk ji malbatê ji ARKê re ragihand ku jina bitemen ya bi navê Îsma Mihemed û bûka wê Nehcîn Elî roja Newroza 2019an de li Helebê li taxa Eşrefiyê ji ber şewata mala wan jiyana xwe ji dest dan .

Jêderê herwiha got ku agir bi şûşeyek mazotê ket lewma mal şewitî û herduyan jiyana xwe ji dest dan .

Îsma Mihemed û bûka wê Nehcîn Elî ji navçeya Raco ya Efrînê ne lê ji ber tunebûna rê navbera Heleb û Efrînê de li Helebê bi xak hatin spartin .

Ş.E

323