Elmaniya û Urdin behsa metirsiya DAIŞê dikin

Elmaniya û Urdin behsa metirsiya DAIŞê dikin

Mar 25 2019

Herdû wezîrên derve yê welatên Elmaniya û Urdin raghandin ku bidawî hatina şerê DAIŞê nayê wateya bidawî hatna terorê û tekezî li ser giringiya berdewamiya karê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê kirin .

Wezîrê derve yê Elmaniya Hayko Mas ragihand ku bidawî hatina DAIŞê li Sûriyê nayê wateya rawestandna berdewamiya kar ji bo şerê wê .

Ji aliyê xwe ve Urdin pêşwazî li nuçeya bidawî hatina DAIŞê li Sûriyê kir lê tekezî li ser wê yekê kir ku şikestina rêxistina navbûrî nayê wateya bidawî hatina terorê li Sûriya û Iraqê .

Wezîrê derve yê Urdin Eymen Alsefedî di daxuyanyekê de raghand ku standina deveran ji çekdarên DAIŞê nayê wateya jinavbirina wê ji ber ku hîn ew çekdar metirsyek wan ya ewlehî û eydîyolocî heye û pîwîste alîkarî û hemahnigî hebe ji bo jinavbirina wê .

590