Salvegera 7an ya şehîdbûna Ciwan Qitna

Salvegera 7an ya şehîdbûna Ciwan Qitna

Mar 25 2019

ARK NEWS .. Îro 7 sal li ser şehîdbûna çalakvan Ciwan Qitne re derbas dibin ku di 25/3/2012an li bajarê Dirbêsiyê bi dest çekdarên nenas ve hat terokirin .

Çalakvan Ciwan Qitna sala 1990î li Dirbêsiyê ji dayîk bûye ji malbateke navdar e, ta asta zanîngehê xwendiye, li zanîngeha Tişrînê beşê Erebî dixwend piştre ji bo ya Helebê xwe veguhest .

Di despêka şoreşa Sûriyê de di gelek çalakiyan de başdar kiribû nexasim yên dijî rêjîma Esed lewma bû armanca rêjîma Esed.

Di şeva 25 Adara 2012an de ji aliyê çar çekdarên nenas ve hat revandin di heman rojê de termê wî hat dîtin, li warê xwe bi xak hat spartin .

Ş.E

450