Efrîn .. Encûmena Bilbilê xizmetguzarî ji gundê Qûta re pêşkêş kir

Efrîn .. Encûmena Bilbilê xizmetguzarî ji gundê Qûta re pêşkêş kir

Mar 25 2019

ARK NEWS .. Encûmena Xwecihî ya navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê paşmayên ku li gundê Qûta kom bûne rakirin da ku xelk ji nexweşiyên werzê Havînê werin parestin .

Encûmena Bilbilê li ser rûpela xwe ya fermî duh 24/3/2019an belav kir ku bi bangekê ji Serokê Encûmenê Mihemed Sîdo û bi beşdariya endezyar Esed Qasim berpirsê Nivîsgeha Xizmetguzariyan herwiha Ehmed Bekir berpirsê karmendên şarederiyê, paşmayên gundê Qûta rakirin û pak kirin .

Encûmenê herwiha got ku mebest ji wê karê ew e da ku xelk ji nexweşiyên Havînê werin parastin û rê werin xweşkirin û vekirin .

Tevî desthalatdariya kêm ya her heft encûmenan Efrîn, Mabeta, Şiyê, Cidirêsê, Raco, Şera û Bilbilê lê di pêşkêkirina xizmetguzariyan ji bo xelkê Efrînê berdewam in .

Ş.E

661