Tram: Me DAIŞ li Sûriyê û Iraqê nehişt
Tramp raghand ku hêzên wan xaka dibin kontrola rêxistina terorî DAIŞ de li Sûriyê wIraqê rizgar bû û wê pey DAIŞ bkevin ku li her cihekî be.
Duh roja şemimyê(23.3.2019), di daxuyanyekê de, ku koçka Sipî li ser zarê serokê Emerîka , Donald Tramp belav kir û got:" ew kêfxweşe ku hêzên wan bi alîkariya hevalbendên wan re li Sûriyê û Iraqê hemî xaka dbin kontrola DAIŞ de rizgarbû û wê pey DAIŞ bkeve heta bi awayekî temamî broxîne."
Herwiha Tramp zêdekir û got:" berî du salan DAIŞ rûberek mezin ji xaka Sûriyê û Iraqê kontrol kir bû, û ji hingî ve û heta niha me zêdetrî (20) hezar mîl çargoşe ji wan sitandiye û bimlyonan Sûrî û Iraqî ji DAIŞ rizgarkirine û ev yek jî nîşaneke din yê bîrubawerî û 'eqîda derew ya DAIŞ ye , ya ku dixwaze di riyêya wê de dirindî wehişyeta xwe mîna kuştin ,darvekrin , leşkerkirna zarokan û destidrêjya sêksî bisepîne .
Tramp bang li ciwanên ku baweryê bi pirobagenda DAIŞ dihînin kir û got hun wê werin kuştin eger hun hizirbikin ku tevlî DAIŞ bibin , hizir li jiyanek xweş bikin.
Herwisa Tramb got ewê pabend bin û hişyar bin di rûberubûna DAIŞ de dirêya hemahinigiya cîhanî ya nehiştna terorê û DAIŞ heta dawî hatin bi vê rêxistinê. Û Emerîka wê berjewindyên xwe biparêze li herdem û gavekê de û wê berdewam kar bihevalbendên xwe re bikin jibo nehiştina terorîstên îslamyên tûnd bi awayekî temamî.
Lê heta niha hikûmeta Sûriyê ji daxuyanyek vê derbarê de ne daye , û ji aliyê xwe ve jî rosiyê şik gomana xwe ji vê rengî gotaran da diyarkirin.
686
