Li Qamişlo xwenîşandanek li dijî PYDê hat lidarxistin

Li Qamişlo xwenîşandanek li dijî PYDê hat lidarxistin

Mar 24 2019

Xwenîşandaneke berifreh li dijî Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYDê li nava bajarê Qamişlo hat lidraxistin.

Îro dewriyeke çekdarên PYDê êrîşî dukaneke veguhertina pereyan li bajarê Qamişlo bi behaneya nûnekirina moletê kir û komek pere li gel xwedanê dukanê revandin.

Ew êrîşa PYDê bû cihê nerazîbûna welatiyan û dukandaran û ji ber wê yekê xwenîşandaneke nerazîbûnê li nava bazara bajarê Qamişlo hat lidarxistin piştre PYDê neçar bû xwediyê wê dukanê serbest berde.

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê neçar dibin kaxez û belgeyên xwe ducaran berhev bikin, carekê jibo Rêjîmê û carekê ji bo PYDê û ji bo wê yekê rastî gelek gefan tên.

346