62 sal erebkirina navê Dêrikê bo Elmalikiye re derbas dibin

62 sal erebkirina navê Dêrikê bo Elmalikiye re derbas dibin

Mar 24 2019

Weku îro berya 62 salan piroseya Te'rîb kirina bajarê Dêrîk li kurdistana Sûriyê ji aliyê rêjîmê dest pê kir li gorî biryarek fermî ji aliyê rêjîma esed bi armanca guhertina nav û dîmuxrafiya deverê û windakirna navên wê yên dîrokî û resen .

Di 24 / 3 / 1957an de û li gorî biryara hejmara 346 navê bajarê Dêrik li kurdistana Sûriyê bû Almalikiyê li ser navê efserê rêjîma Sûriyê yê bi navê Ednan Almalikî .

Lê guhertna navê bajarê dêrikê ne gava dawî bû ji ber piştî hatina rêjîma Be'is j bû desthilata Sûriyê navê gundên Kurdî ji çemê Dicle heta Efrînê guhertin .

Lê tevê derbasbûna bi dehan sal li ser guhertina navê bajar û gundên Kurdî li Sûriyê lê ew navên Erebî bi tenê li dezgehên fermî yên hikumetê û belgehên fermê hatin bi kar anîn .

310