Du sal ji revandina Fûad Ibrahîm, PYDê hîn jî rijd e

Du sal ji revandina Fûad Ibrahîm, PYDê hîn jî rijd e

Mar 24 2019

ARK NEWS .. Îro du sal li ser revandina çalakvan Fûad Îbrahîm re derbas dibin ku ta niha PYDê dan bi revandina wî nake û li ser nediyakirina cihê wî rijd e.

Di 24ê/3yan/2017an çekdarên PYDê li cihekî navbera gundê Mameşor û Şekirxaçê li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê çalakvan Fûad Ibrahîm revand û tevî hewlên berdewam lê ta niha bê serûşûn e û çarenivîsa wî nediyar e .

Çalakvan Fûad Ibrahîm di despêka xebata xwe ya siyasî de wek endamê Komîta Herêmî di nav partiya xwe Azadî de cihê xwe digirt herwiha wek endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hat hilbijartin.

Di gelek xwepêşandên li dijî rêjîmê beşdar kiribû, ji ber çalakiyên xwe ji aliyê rêjîm û PYDê ve rastî astengî û rêgiriyan dihat.

Di 2ê/10an/2016 an ji ber çalakiyekê hat revandin herwiha di 24ê/3yan/2017an çekdarên PYDê li cihekî navbera gundê Mameşor û Şekirxaçê li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê çalakvan Fûad Ibrahîm revand û tevî hewlên berdewam ji malbatê lê ta niha tu agahî li ser wî tune ne û bê serûşûn e û çarenivîsa wî nediyar e .

Ş.E

490