Cinbilat: Kî dikare vegerek ewleh ji bo penaberan peyda bike ?
Mar 19 2019
Serokê partiya pêşveriwa susiyalêsta Libnanî Welîd Cinbilat raghand ku vegera bi razîbûna penaberên Sûriyê peyda nabe heta ku rêjîma Sûriyê vegera wan red dike .
Welîd cinbilat di hevdîtnekê de li gel rojnemevanan tekez kir ku metirsyek heye li cem penaberan ji vegerê û pirsyar kir:
" Ku kî wê vegerek aram û ewleh ji wan penaberan re peyda bike daku neyên girtin ûeşkence kirin ji aliyê Rêjîma Sûriyê " .
Li gorî amarên komisyona bilind ya karûbarên penaberan hijmara penaberên Sûriyê li Libnanê nêzîkî yek Milyon penaberî ye , ji bilî hejmarek din yên penaberên ne tomar kirî .
683
