Efrîn .. Nirxê pêdiviyên xwarinê bilind bûye

Efrîn .. Nirxê pêdiviyên xwarinê bilind bûye

Mar 19 2019

ARK NEWS .. Li bazarên Efrîna Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelên xwerinê bi şêweyekî berçav bilind bûye .

Jêdereke taybet duh 18ê/3an/2019an ji Efrînê ji ARKê re ragihand ku nirxê pêdiviyên xwarinê wek keskatî, fêkî û goşt li nav bazaran de bilind bûye.

Jêderê herwiha da zanîn ku beriya niha nirx normal bû lê ev e çend roj in nirx buha bûye û ew yek bûye cihê nerazîbûn û dilgiraniya xelkê.

Nirxê hin tiştan li gor jêderê

Bacan 600 L.S
Xiyar û Bancan 450 L.S
Goşt 2500-2800 L.S
Mirîşkê xav 800 L.S
Moz 450 L.S
Sêv 350-400 L.S

Ş.E

358