Efrîn .. Teqîn û rewşa amedebaşiyê
ARK NEWS .. Di heman roja bîranîna kareseta Efrînê de di roja salvegera yekê ya derbasbûna girûpên çekdar ji bo nava Efrînê teqînek li navenda bajêr rû da û girûpên çekdar rewşa amedebaşiyê ragihand û rêyên sereke li taxan bajêr girtin .
Jêderên xwecihî ragihandin ku di 18ê Adarê di heman roja kareseta Efrînê teqînek li navenda bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê li ser rêya Turindê çê bû û ziyanên canî û madî ketin .
Ji aliyê xwe ve jêdereke nêzîk ji bûyerê ji ARKê re da zanîn ku di encama teqîna Eşrefiyê de 5 welatî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin bê ku nasmaya wan eşkere bike û ameja pê kir ku ji bilî wê yekî ziyanek gihişt mal û milkên welatiyan .
Li aliyekî din jêdereke agahdar tekez kir ku di 18ê mehê de ji sibê de girûpên çekdar rêyên sereke li taxên bajêr girtin û ketibûn amedebaşiyê de bê ku sedemên werin naskirin .
Lê welatiyên Efrînê tekez dikin ku rewşa amedebaşiyê ji bo rêgirî li liv û tevgera ahangên Newrozê bikin bi taybet piştî ku 7 encûmenên xwecihî yên Efrînê daxuyaniyeke hevbeş belav kiribû tê de pîrozbahî li kurdan kiribû roja newrozê wek karpest yan bêhnvedan ragihandibû û banga lidarxistina newrozê kiribû .
Lê piştî wê daxuyaniyê daxuyaniyên berûvejî wê yekê derketin tê de banga li karmendên xwe kir ku pabendî bi kar bikin û di roja newrozê de li ser karê xwe werin dîtin .
Malpera Basnews li ser zarê jêdereka xwe ragihand ku serokê Encûmena Xwecihî li navçeya Mabeta Ebdul Mutelib Şêx Nasan di bin fişar û gefan de ew daxuyanî ku îmze kiribû herwiha piştî wê daxuyaniyê zelaliyek ji Encûmena Cidirêsê û Efrîn û Şiyê derket ku dive pabendî bi kar were kirin û tu pêhivedan di roja Newrozê de tune ye .
Ew daxuyanên duyem yên encûmenan çalakvanan xistin stûyê çekdaran de û gotin di bin fişarê de hatin îmzekirin lê tevî wê yekê siyasetmedar û çalakvanan nexasin ENKSê li Efrînê banga vejandina roja Newrozê kir û xwestin û bi dîrok xak kultora welêt ve girêdayî bin .
Ş.E
416