Encûmana xwecihî ya ENKSê ya ‘Efrînê daxuyaniyek belav kir

Encûmana xwecihî ya ENKSê ya ‘Efrînê daxuyaniyek belav kir

Mar 18 2019

Duh,(17.3.2019), daxuyaniyek ji Encûmana Xwecihî ya ‘Efrînê ya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê derbarê salvegera ‘Efrînê de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya ENKSê ya ‘Efrînê wiha dest pêkiriye, eyî cemawerê xweragirê kurd, bê goman û weke tê zanîn, heyîva Adarê cûdahiyek wê heye û taybetmendiyeke wê digel xelkê Kurdistanê heye, û bidrêjahiya dîroka kevin û nû ve , meha Adarê dagritiye ji bûyer û boneyên neteweyî û niştîmanî , yên keyfxweşî û nexweşî û azarkêş , û di hemî rewşan de, meha Adarê bûye beşek ji saykoluciya me û hêvî , omîd û nû kirnê di ramanên me de diçîne.

Herwiha di dixwayanya xwecehîya ENKS li ‘Efrînê de hatye, ew di herêma ‘Efrînê de( çiyayê kurmênc)de, wek hemî xelkê Kurdistanê li hemî parçeyên Kurdistanê û di welatê koçberyê de jî, hemî kar , çalakî û boneyên netewey û niştîmanî vedijînin û zindî dikin li gor şiyan û karînên me .

Lê rewş di van çend salên borî de, zehmet bûye û btaybetî jî digel destipêkirina milimlaniyê di Sûriyê de, wil ser Sûriyê û şînwarên wê yên nerînî , sêbera xwe avêtîye ser rewşa ‘Efrînê jî û kar û çalakyên wê jî.

Rewşên ku 'efrîn têde derbas bûye û niha jî têde derbas dibe, ji destpêka (20.1.2018), dema ku operasyona Turkiyê û gropên çekdar li ser ‘Efrînê destipêkriye, û berdewamiya wê rewşê nehametekî mirovî di dema niha û bê de jî dide nîşan dan, hêjî binpêkirinên cudacuda berdewamin û herwiha pirojeya guhertina demoxrafî , û jixwe rewşa ewlehî bi awayeke metrisîdar xirabe.

Di daxuyanîya xwechîya ‘Efrînê de hatiye, metirsyên armanckirina mal , mulkên welatiyan û dukanên wan yên bazirganî û dizîn û talankirina wan di dema vejandina ahnigê cejna Newrozê de heye, û herweha rûdana teqîn û çandina mayîna li cihê vestîval , ahinig û kombûna xelkê , metrisîne rewayîn û divê li ber çav weirn girtin .

Em wek encûmana xwechî ya ‘Efrînê ya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê, dema ku em dizanin rewiş û atmosfêr jibo vejandina wan boneyan û tayîbetî jî cejîna netewey ya Newrozê , neguncawe. Û em wek xwecihiya ENKS li ‘Efrînê hest bi berpirsyarîtiyê dikin û rewşê li berçav digirin û em bang li endamên ENKS , partî , hevalbend , rêxistnên wê , mêldar û tevahiya milletî Kurd yê xweragir û niha li ser xaka ‘Efrînê dijîn, dikin , ku hemî boneyan vejînin lê heryek bi awayeke taybet , û taybetî jî cejina Newrozê û tenê agrê wê yê ku sembola rizgar bûnê ye ji zordarî û tepeseryê vêxînin , û roja cejinê derkevin nav siruşta ‘Efrînê ew jî li gor rewşa destber û guncaw.

Di dawîya daxuyanîya xwecihîya ENKS li ‘Efrînê de hatîye, ew bihîvîne ku ew ji vê nehamet û zehmetiyê rizgar bibin û carekî din rabin ser xwe û hîviya parastinê, ewlehyê û aştyê ji tevahiya milletî kurd û welatiyên Sûriyê re dixwazin û hersal Newroza we pîroz be.

490