Pêdirson gihişte Sûriya
Mar 17 2019
Şandeyê navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê Gîr Pîdirson gihişte Şama paytexta Sûriyê û li gel berpirsên rêjîma Sûriyê civiya .
Ajansa Spotnîk ya Rûsî li ser zarê jêderekî di wezareta derve ya rêjîma Sûriyê de diyar kir ku Pîdirson îro sibehê ghişte Şamê û li gel wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê Welîd Almwelim civîn pêk anî .
Her li gorî zaniyariyan ku tê pêşbînî kirin ku di wê civînê de wê behsa hindek mijarên giring were kirin mîna komîta destûrî û danustandinên rêjîma Sûriyê li gel Opizisionê û hindek mijarên din .
454