Çadarên PYDê gefa kuştinê dide hindek endamên ENKSê
ARK NEWS .. Ji ber çalakiyên ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li hundirî welêt li her yek ji herêmên Kobanê û Cizîra Rojavayê Kurdistanê di meha Adarê pê radibe , çakdrên Partiya Yekitiya Demoqrat PYDê gefên kuştinê arastay hin serkirdeyên ENKSê dikin eger berdewamî di çalakiyên xwe de bikin .
Jêdereke taybet nexwest nave wî were eşkerekirin ji ARKê re ragihand ku hin serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê rastî fişar û gefên kuştinê hatin eger çalakiyên xwe yêN meha Adarê2019an ranewestînin .
Beriya meha Adarê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê daxuyaniyek belv kiribû tê de xişteya kar ji bo lidarxistina çalakiyan di meha Adarê de eşkere kiribû .
Di 8ê Adarê di roja jinan de PYDê astengî ji çalakiya ENKSê re çêkir herwiha di 12ê Adarê jî rêgirî ji çûna xelkê ser gora pakrewanên raperîna 2004an de kir.
Ş.E
721