Efrîn .. 6 sal li ser şehîdbûna Şervan Sîdo re derbas bûn

Efrîn .. 6 sal li ser şehîdbûna Şervan Sîdo re derbas bûn

Mar 17 2019

ARK NEWS .. Di rojeke weke îro de çekdarên PYDê êrîşî gundê Çêqilme yê navçeya Raca ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir û di encama wê êrîşê de ciwanekî kurd kir armanca çekên xwe û şehîd bû .

Di 17ê Adara 2013an çekdarên PYDê bi çekên sivik û giran û hijmarek mezin ji otombêlan bi tometa hebûna şanên veşartî ser bi Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê êrîşî gundê Çêqilme kir û di encama wê êrîşê de ciwanê bi navê Şervan Sîdo şehîd bû .

Piştî ku PYDê êrîşa xwe bidawî anî hilmetek girtin û revandinê dest pê kir û hijmare ji endam û alîgirên PDK –Sê hatin revandin .

Tevî wê yekê şehîd Şervan Sîdo bi beşdariyeke mezin ji xelkê Efrînê di roja din ango di 18/3an de li gundê xwe Çêqilme bi bilindkirina ala kurdistanê bi xak hat spartin .

Êrîşa PYDê ji gundê Çêqilme piştî çend rojan ji pîkanîna PYDê ji komkujiyekê li gundê Birc Ebdalo hat ku ew komkujî di 8ê Adarê de hatibû pîkanîn tê da çar welatiyên sivîl xelkê gund şehîd bûn .

Di çarçoveya deshelatadriya PYDê ji Efrînê re bi hijmarek komkujî û binpêkirin derheqê kurdan de rabûn wek komkujiya malbata Şêx Hanan û Bircê û malbata Şêxo li Şiyê û şehîdkirina welatiyan di bin eşkenceyê de û êrîşkirina malan û sepandina bacan rabûn herwiha li herêmên din jî heman bipêkirina radûne .

Ş.E

315