PYDê dest bi hilmeteke revandina ciwanên kurd kiriye

PYDê dest bi hilmeteke revandina ciwanên kurd kiriye

Mar 15 2019

Hate raghandin ku çekdadrên PYDê dîsan dest bi hilmeteke girtina ciwanan li gundewarên devera Aliyan û Dêrikê li kurdistana Sûriyê ji bu leşkerya xwe ya neçarî kirine.

Jêderekî taybet ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji ARKê re raghand ku hejmarek Otombîlên PYDê yên leşkerî êrîşî gundê Dêrna Axî û Ale Qews û Kêşkî li devera Aliyan li gundewarê Çil Axa kirin bi armanca girtna cwanên wan gundan û birina wan ji bo leşkerya xwe ya neçarî .

Çekdarên PYDê di wê hilmetê de hemu riyên wan gundan girtin û hemû Otombîl radwestandin ji bo girtina ciwanan herweha hate tekez kirin ku çekdarên navbûrî bi şîweyekî hovane êrîşî gelek malên gund kirin .

Jêderekî ARKê serbarkir û got ku çekdarên PYDê hebûna xwe li ser dergehên sereke yên ku tên bajarê Dêrikê pir kirin ji bo girtina hejmarek pir ji cwanên ku tevlî leşkerya wan ya neçarî nebûne .

408