Roja Newrozê bihnvedan hat ragihandin

Roja Newrozê bihnvedan hat ragihandin

Mar 14 2019

Roja Newrozê weke rojeke karbest ango bihinvedan li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hat raghandin.

Di daxuyaniyekê de Encumena Xwechî ya Navçeya Cindirêsê ya bi ser Efrînê ve ragihand ku 21ê Adarê cejna Netewyî ya Gelê Kurd rojeke karbest e ango bihinvedan e.

Encumena Cindirêsê bang li welatiyan kir ku êvara Newrozê mûman vêxin û roja Newrozê jî derkevin siruştê û xwe dûrî kombûnên mezin ji ber rewşa giştî ya awarte û silametya welatiyan bikin.

423