Xelkê Der`a carekî din dest xwepêşandanan kir

Xelkê Der`a carekî din dest xwepêşandanan kir

Mar 12 2019

Hevpeyimaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisiyona Sûriyê tekeziyê li ser piştevaniya xwepêşanderên Der'a dike.

Hevpeyimaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisiyona Sûriyê, amaje bi liv u tevgera millî li parêzgeha Der'a li dijî Rêjîma Esed kir, û ew liv u tevger bi liv u tevgera mêrxasan bi nav kir, u heman demê de piştevaniya xwe bi temamî jibo xwepêşanderan da nîşan dan li himber Rêjîmê û Alavên wê.

Ew yek piştî xwepêşandanên ku li bajarê Der'a roja yekşemmê(10.3.2019) nêzîkî mizgefta Al'mrî derket bûn, û xwepêşanderan daxwaza azadyê û roxana Rêjîmê kirî bû, û durşimîn " belê jibo mirinê û na jibo bê rometiyê û Dir'a kirasê azadyê jinove li xwe dike" hildabûn.

Hevpeyimaniyê di daxuyaniya roja yekşemê de, got" qehremanên Horan carekî din soza xwe bi daxwazên şoreşê di salvegera wê ya heştê de nûkirin, û Hevpeymanî tekeziyê li ser wefadariya xelkê Der'a jibo qurbanyên milletê Sûriyê dike, û herwiha tekez dike ku Rêjîm bê rewaye û wê nikaribe xwe bi ser wijdana Sûriyên azad de bi sepîne.

Hevpeyimaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisiyona Sûriyê, tekez dike ku xebata milletê Sûriyê li dijî zordarî, sitemkarî , qirkirin û tunekirina ku Rêjîma Sûriyê derheqê milletî me de dike , erkekî niştîmanî ye, û milletê Sûriyê bi hemî şêweyên berdest berdewamin di xebata xwe de heta ku bighe avakirina dewleteke sivîlî, demokratî ku berdewame be avakirina şaristaniyeteke mirovahiyê de, û red dike ku bibe nemûneyek jibo tûndutîjiyê û tunekirin û qirkirinê û encamdana tawanan û sivkatî bi jiyana millet û rometa wî û razî nabe bibe navenda berhema terorê.

Ji aliyê xwe ve, xelkê bajarê Babê rojhilatê parêzgeha Helebê, piştevanya mlletê der'ayê yên ku li djî rêjîma esed derketbûn, kir, û herwiha çalakvanên Sûriyê hilmetek raghandinê li ser torên civakî, binavnîşana "wê bikeve" rabûn û piştevaniya xwe jibo xwpêşandanên Der'a dan diyarkirin.

Çalakvanan li ser torên civakî , post û twiytên curawcur li navçeyên cêawaz li Sûriyê,belav kirin û gotin Xetîra Der'ayê nayê vemrandin û tekezî li ser berdewamiya pirensîpên şoreşê heta roxana Rêjîmê kirin.

406