
ENKSê daxuyaniyek bi boneya Raperîna 12 Adarê belav kir
ARK NEWS .. Nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek bi boneya raperîna 12 Adarê 2004an li Rojavayê Kurdistanê bekav kir .
De despêka daxuyaniya ENKSê de hatiye ku di 12 Adarê de bîranîna 15mîn salvegera Raperîna 2004an derbas dibe ku ew raperîn wek bersivekê li ser êrîşa şofînî ji aliyê ewlehiya rêjîmê Li parêzgeha Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû encamdan.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ku ew êrîş ji yarîgeha Qamişlo bi gulebarankirina welatiyan bi fermana parêzerê Hesekê Selîm Kebol di listikekê de navbera Tîma Cîhad û ya Fitûwê ya Derêzorê dest pê kir di encamê de zêdetir ji 28 kesan şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn .
ENKSê di daxuyaniya xwe de herwiha daye zanîn ku ji bilî şehîd û birîndaran bi hezaran ji welatiyên kurd ji zarok, jin kal û pîran hatin girtin û revabdin û wek bersivekê ji wab kiryaran re gelê kurd bi ciwan û bi temenên xwe li gund, navçe û bajêrên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê daketin kolanan û xwepêşandanên aştiyane li dijî pîlana pilankiriî li dar xistin .
Nûneratiya Ewropayê bal kişandiye ser ku di berdewamiya sepandina kiryar, rêkar û pirojeyên nijadperestî li ser gelê kurd hoz û êlên ereban bi çek kir û banga dizî û destesekirina mal û milkîşên welatiyan kurd kir .
ENKSê dirêjayî bi daxuyaniya xwe de aniye ku ew bîranîna 12 Adarê di rewşekê de tê ku rewşa Sûriyê û ya Rojavayê Kurdistanê tevlîhev bûye û tevî wê yekî rêjîma dîktator bijardeya kuştinê li ber çavê xwe li ser hisabê gelê Sûriyê girtiye ku 12 milyon niha li debideriyê û koçberiyê dijîn û hîn ew rêjîm li ser kiryarên xwe rijd e û danûstandinê bi bijardeya leşkerî bi şoreşa Sûriyê re dike .
Di dawiya daxuyaniya xwe de Nûneratiya Ewropayê ya ENKSê ameja pê kiriye ku ENKSê di despêka şoreşê tevlî wê bûye û beşek ji opoziyonê ye û herdem tekeziyê li ser dike ku bijardeya aştiyane rêya herî serkeftî ji bo cibicîkirina armancên xwe di hliweşandina rêjîma dîktetor û avakirina Sûriyeke Fedral ne navendî pir alî û fereh netewî tê de hemû pêkhateyên Sûriyê mafên xwe bi dest xwe ve bînin û mavê kurdan di destûrê de parastî be .
Ş.E
473