Emîndariya Giştî ya ENKS daxwiyanî ji bo 12 Adarê belav kir
Îro(11.3.2019), Emîndariya Giştî ya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê 12ê Adarê de daxwiyaniyek belav kir û bi roja Şehîdê Kurdan nav kir.
Di daxwiyaniya ENKS de hatiye, roja 12ê meha Adarê Milletê Kurd li Sûriyê roja şehîdê Kurdan vedjîne, ewjî jiber salvegera (15) ya Serhildana Adara pîroz ya ku dehên şehîdan û hijmarek mezin birîndar ketin û hatin girtin li ser destê Rêjîma Be's, serbarî wê yekê dizî , şewtandin û talankirina dukan û malên milletên kurd li bajar û gundên Kurdan ji aliyê zilamên Rêjîmê û li pêş çavên dezgehên ewlehiyê ve hat kirin. Ew yek hemî vîna Milletê Kurd neşkand û Serhildanê seranserî Kurdistana Sûriyê girt û heta gehişte taxên Kurdan li bajarên Sûriyê yên mezin, Serhildanê guzarşit li vîna Milletê Kurd jibo bidistxistna azadiyê û redkirina hemî siyasetên şufînî û regezperestiyê û binpêkirinîn şofînî derheqê milletê û armanca wê tunekirina hebûna milletê kurd bû, kir.
Serhildanê dîwarê tiris û tuqandinê şikand , wek destipêka rasteqîne bû jibo Şoreşa Sûriyê ya ku sala (2011) destipêkir û hêzeke mezin da xebata Milletê Kurd û li ser hemî astê ( Kurdistanî û Kerêmî û Navdewletî )jî.
Emîndariya Giştî ya ENKS dibêje, ey milletê me yê zulhêz ..
Roja salvegera şehîdê kurd îsal di bardoxeke aloz de tê ku Sûriyê bigiştî û Kurdistana Sûriyê di qonaxeke çarenivîsî re derbas dibe, piştî operasyonên leşkerî kêm bûne û raghandna dawiya rêxistina DAIŞa terorî nêzîk buye, û ENKS , ji destipêka Şoreşa Sûriyê de pabend buye bi xebateke siyasî aştîyane û weke bijardeyeke îstratîcî jibo bi dawî hatina zulim û stemkariya Rêjîma Esed , û heta ku Milletê Kurd bikaribe mafên xwe yên rewa digel hemî pêkhateyên Sûriyê û dibin sêwana Netewên Yekgirtî û di Mehaflên Navdewletî de bidest ve bîne, û bejdarî Opozisiyona Niştîmanî Sûrî aştîyane buye jibo dawiyê bi rewşa leşkerî kirina civaka Sûryiê bîne, û hemî hewlên xwe yên diblomasî dike jibo çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re bîne û îdî dawiyê bi qonaxa kuştin û wêrankirin , koçberyê derheqê millet de bîne, û dawî bikarê Rêjîmeke Navendî Giştgîr bîne, , Sûriyayeke demokrat , rengawreng û perlemanî yekgirtî jibo hemî milletê Sûriyê.
ENKS dibêje, ev qonaxa ku Kurdistana Sûriyê têde derbas dibe, qonaxeke hestiyare û gef û metirisî li ser me heye û ji me hemiyan tê xwestin ku em yek bigrin û pabendî armancên millet û doza xwe bin li ser bingehên pirojeyeke netewey û niştîmanî kurdî, ezmona Efrîna Kurdistanî ezmonek azarkêşe û encama bazarekî navdewletî bû, û siyaseta PYDê daye meşandin û heta niha berdewame li ser wê siyasetê ya ku lehîstukê bi çarenivîsa milletê me û pêşeroja wî dike, lewma em daxwazê ji civaka navdewletî û dewletên peyiwendî dar bi doseya Sûriyê ve, daxwaz dikin ku wan giropên çekdar û mirtezqên ku li Efrînê dizî û talankirin û kuştin û revandinê dikin û jiyana civakî li Efrînê wêran kirine û li pêş çavên dewleta Turkiyê ve , derxin, û radestkirina rêvebirina navçeyê jibo xelkê Efrînê yên resen û polîsên xwecihî jibo parastina milletê wê , heta ku dîtina çareseriyeke siyasî giştî ji rewşa Sûriyê re.
ENKS di dawiya daxwiyaniya xwe de bêje, hevdemî ku em roja şehîdê kurdî vedjînin, em tekezî dikin ku xwîna wan wê neçe ro de, û emê xebata xwe ya aştiyane digel hemî hêzên hezkiryên aştî û azadiyê berdewam bikin heta ku milletê kurd bighe azadî û rometa xwe digel hemî pêkhateyên milletê Sûriyê, û em daxwazê ji hemî milletê kurd dikin da ku bejdariyê di çalakyên salvegera (12) Adarê de bikin, mîna pêsixtna moman di şeva (12) Adarê de li ser hemî belkon û li pêş malan.
Roj sêşemê (12) Adarê , (5) deqe bê deng li ser canê şehîdan demjimêr (11) pêş nîvro rawestin û pişt re serdana gorên şehîdan bikin û qevdên gulan li sir gorên wan danin.
542
