Dewriyên Tûrkî li derdora Idlibê dest pê kirin
Wezîrê berevaniya Tûrkiyê ragihand ku Tûrkiya hemahnigî li gel Rûsiya û Îran kiriye derbarê pêşeroja Idlibê li gorî rêkeftina Sûtşî ji bo rêgiriyê li rûdana karesatek mirovî di deverê de .
Wezîrê berevaniya Tûrkiyê Xelûsî Akar ragihand ku îro dewriyên Rûsî li dervey Idlibê dest pê kirin hevdemî dest pêkirna dewryên Tûrkî li devera bê çek li Idlibê ku bi gotina wî ev dewrî rolek wê ya giring ji bo parastina ewlehya wê deverê heye .
Akar tekez kir ku beşkirna grûpên Opizisiona Sûriyê û girûpên radîkal li Idlibê berdewame û ragihand eger êrîş li Idlibê berdewam be wê nêzîkî sê milion û nîv penaber berê xwe bidin Tûrkiya û Oropa û Emerîka jî .
567
