
Polton: Pîwîst e welatên Oropî çekdarên xwe yên li cem DAIŞê wergrin
Mar 05 2019
Şêwermendê ewlehya netewî Emrîkî raghand ku Emerîka wê berdewam be di fişarên xwe de li ser hevpeymanyên xwe yên Oropî ji bo wergirtna welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bû bûn û neha li cem çekdarên PYDê girtîne .
Şêwermendê ewlehya netewî Emrîkî Jon Polton di hevdîtneke televizionî de li gel kenala CBS diyar kir ku rewşa 800 heta hezar çekdarên DAIŞê yên ku girtîne li cem PYDê li bakûrê Sûriyê cihê fikara wane .
Poltun balkişand ser gotina tiramp di heyva bûrî de li ser pîwîstya wergirtna Birîtaniya û Elmanya û hindek welatên din yên Oropî ji çekdarên xwe re yan wê neçar bi bin ku wan serbest berdin .
499