Gelo PYDê dê girtiyên kurd jî serbest berde ?
ARK NEWS .. Bi hezaran ji welatiyên kurd û ereb li cem DAIŞ a teror ta niha bê çarenivîs in û her dem û demekê de Rêveberiya PYDê ya Xweser bi serbilindî û serifrazî li jêr navê niyazên pak girtiyên DAIŞê serbest berdide .
Li gor çavdêr û çalakvanan ku divê PYDê ya herî kêm girtyên DAIŞê bi yên kurd bi hev biguherîne ji ber ku bi hezaran ji dîlên kurd yên leşker û sivîl li cem DAIŞê girtîn e, piranîya wan xelkê Kobanê, Girê Spî, Reqqa û herweha Efrîn û Cizîrê ne .
Lê PYDê herdem û demkê de girtiyên DAIŞê serbest berdide ku beşek ji wan girtiyan her dîsa çekan hildigirin û li hember kurdan radiwestin ji ber ku di bîr û bareweriya DAIŞê de ye ku kurd kafir in û divê werin kuştin .
Serbestberdana PYDê ji girtyên DAIŞê re, bû cihê nerazîbûna siyasetmdar, çalakvan û welatiyên kurd ku bi şêweyekî tund û tûj li ser torên civakî hate rexnekirin, riswakirin û şermezarkirin, û ji PYDê xwestin ku wek çawa danûstandinê bi DAIŞ û dîlên wan re dikin heman danûstandinê bi zarokên revandiyên kurd re jî bikin û bavê wan ji wan re vegerînin da ku bi kêv û şadî di nav malbatên xwe de bijîn .
Bi dehan ji siyasetmdar, çalakvan, efser, û welatiyên kurd di zîndanên PYDê de revandîn e, beşek mezin ji wan ta niha bê çarenvîs in, li ser wan re heşt sal bûrî ne tu kes nizane li ku derê ne yan di jiyanê de mane yan na .
Navên siyasetmedar û çalakvanê kurd yên revandî ev in :
1-Behzad Dorsin, Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 24.10.2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.
2-Çalakvan Nîdal Osman- Di 24.10.2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.
3-Parêzer Idrîs Elo-Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 08.11.2011an li Efrînê hatiye revandin.
4-Mihemed Sîdo- Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 05.11.2011an li Efrînê hatiye revandin.
5- Ehmed Sîdo- Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 09.10.2013an li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin.
6-Fûad Ibrahîm-Endamê Xwecihiya Dêrikê ya ENKS-Di 24.03.2017an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.
7-Çalakvan Emîr Hamid-Endamê Rêxistina Soz ya Ciwanên Kurd-Di 11.01.2014an li Dirbêsiyê hatiye revandin
8-Cemîd Bavê Adil-Di 13.07.2012an li Qaimşlo hatiye revandin
Ji bilî wan siyasetmdar û çalakvanan 8 evserên kurd yên ku ji artêşa rêjîma Esed veqetiyane û bi niyazbûn berê xwe bidin Herêma Kurdistanê li bajarê Qamişlo di 17/4/2013 dengûbasên wan hatin birîn û hatin revandin .
Efserên kurd ev in :
Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye
Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Mihemed gule Xêrî ji bajarê Efrînê ye
Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye
Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye
Neqîb Hisên Bekir ji bajarê Efrînê ye
Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye.
Tevî ku PYDê dan bi wê yekê nake ku piranîya navên navbûrî di zîndanên wan dene lê siyasetmedar tekez dikin ku di zîndanên PYDê de ne û ne dûr e ku beşeke ji wan nexasim efserên kurd radestî rêjîma Be'sa faşist kiribin, ji ber ku beriya wê bi Endamê Komîta Navendî ya PDKSê Ebdulrehman Apo re weha kiribû û radestî rêjîmê kirbû .
Ji bilî navên navbûrî yên ku ji aliyê dezgeha ARKê ve hatine belgekirin hîn jî hijmarek ji welatiyên kurd di zîndanên PYDê de ne û bê çarenivîs in .
Herdem banga diyarkirina çarenivîsa wan û serbestberdana wan tê kirin û wek çawa DAIŞan serbest berdidin bang tê kirin ku xebatkaran û siyasetmedaran û welatiyên biromet serbest berdin û êdî dujmantiya xwe bi dujminên rasteqîna re bikin ne tiving û çekên xwe li hember kurdên dilsoz rakin û bilind bikin, ku gihiştiye ast û qonaxekê kurd têne revandin û ereb û DAIŞê bi serbestî û azadî li cem hevjîn û zarokên xwe dijîn û jiyana xwe derbas dikin .
Ş.E
737
