Nêbînziya: Pêwîste rewşa Bakûrê Rojavayê Sûriyê were guhartin
ARK NEWS … Nûnerê Rûsiya yê herdem di netewên yekgirtî dibêje pêwîste rewşa Bakûrê Rojavayê Sûriyê were guhartin , û girûpên çekdar ji wê navçeyê werne derxistin ..
Fasîlî Nêbînziya nûnerê Rûsiya yê herdem di netewên yekgrtî de , di Çarçoveya beşdariyê di civîna encûmenê ewlehî yê navdewletî de got ku Nabe rewşa Idlibê bi vî rengî bimîne , û pêwîste rewş were guhartin , ji ber girûpên çekdar roj bi roj xwe bihêztir dikin ..
Hewreha Nêbînziya tekez kir ku pêwîste rêkeftina ku navbera Rûsiya û Turkiya de derbarê Idlibê de hatî îmze kirin were ch cîbicîkirin , û daxuyakirin ku nakokên li ser avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê hatine çareserkirin
N.H
505
