ENKSê beşdarî di merasîma çilrojiya koçadawiya Mihemed Mile Qadir de kir

ENKSê beşdarî di merasîma çilrojiya koçadawiya Mihemed Mile Qadir de kir

Feb 26 2019

ARK NEWS .. Bi vexwendineke fermî ji Nivîsgeha Sîyasî ya Partiya Dîmpqratî Kurdistanê PDKê, şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê beşdarî di merasîma çilrojiya koçadawiya Mihemed Mile Qadir endamê Polîtbîroya PDKê kir .

Roja Yekşemê 24/2/2019an şendek ji Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê beşdarî di merasîma çilrojiya koçadawiya Mihemed Mile Qadir endamê Polîtbîroya PDKê li hola Seid Ebdullah li Hewlêra paytexta H. Kurdistanê de kir .

Şanda Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê ji her yek ji Cidan Elî, Ismehan Dawûd û Şemis Şerîf endamên Nûneratiyê pêk dihat.

Merasîma çilrojiya koçadawiya Mihemed Mile Qadir endamê Polîtbîroya PDKê bi beşdariyekê ji berpirs, û kesayetiyên welatparêz û niştîmanperwer bi rê ve çû, tê de behsa rol, kar û xebata Mihemed Mile Qadir di nava refên Partî û Pêşmerge de hat kirin .

Ş.E

450