Civînek dinavbera NY û Rêjîma Sûriyê ji bo çarenivîsa Alrikban hat lidarxistin
Seroka şanda Netewên Yekgritî ji bo kampa Alrikban Rena Zekût ragihand ku wan cvînek li gel berpirsên Rêّjîma Sûriyê bi amedebûnek Rûsî herweha serokên hozên ku li kampê dijîn lidarxist ji bo giftûgu kirina derxistna sivîlan ji kampa Alrikban .
Ku di wê civînê de behsa hemî kêşeyên kampê kirin bi taybet mijara derketna sivîlan ji kampê berv deverên di bin kontrola Rêjîma Sûriyê hevdemî derketina daxwazyan bi vekirna riyek aram û ewleh ji bo gihandna xelkên kampê ji bo bakûrê Sûriyê bi taybet deverên di bin kontrola çekdarên Opozosiyonê de di bin serpriştya Netewên Yekgritî .
Berya çend rojan jî Rûsiya raghand ku wan dû dergehên mirovî ji bo derketina sivîlan ji kampê vekirne li herdu bajarokên Clêb û Çiyayê Alxerab bi hemahnigî li gel rêjîma Sûriyê lê jêderên jinava kampê raghandin ku yek sivîl jî di wan dergehan re neçûye ji ber metirsya xelkê bi taybet ku herdu rê diçin deverên di bin kontrola rêjîma Sûriyê li gorî ku serokê encumena xwicehî yê kampê Derbas Alxaldî raghand bû .
551