Du endmên serokatiya ENKSê seredana Nûneratiya H. Kurdistanê ya ENKSê kir .
ARK NEWS..Du endam di Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê seredana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir û li ser dawîn pêşhateyên kurdî û sûrî rawestiyan .
Li gor rûpela fermî ya nûneratiya ENKSê belav kiriye ku her yek ji Silêman Oso û Fêsel Yûsif endamên desteya serokatiya ENKSê duh 24/2/2019 seredana Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir û rewşa kurdî û Sûriyê û pêşhata û guhertinên dawiyê gotûpêjkirin .
Herdu navbûrî ji aliyê serokê nûneratiyê Newaf Reşîd û endamên nûneratiyê ve hatin pêşwazîkirin, jibilî rewşa kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hevdîtina dawiyê ya navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û şanda Emerîkî ve hate gengeşekirin .
Ş.E
494
