Efrîn .. Kurdek ji ber teqîna ku alîgirên PYDê li xwe girtibû şehîd bû

Efrîn .. Kurdek ji ber teqîna ku alîgirên PYDê li xwe girtibû şehîd bû

Feb 23 2019

ARK NEWS .. JI ber teqîna bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê welatiyekî kurd bû qurbanî û şehîd bû .

Jêderên xwecihî ji nav Efrînê ragihandin ku duh 22/2/2019 di encama teqîna taxa Vêlat nêzîk nexweşxaneya Dêrsim li navenda Efrînê welatiyê bi navê Cîhad Osman Dawûd jiyana xwe ji dest û şehîd bû .
Cîhad Osman Dawûd 40 salî bû û bavê 3 zarokan e, xelkê navçeya Şiyê ye û li gundê xwe bi xak hat spartin .

Ji aliyê xwe ve Odeya Hêrsa Zeytûnê ya nêzîk PYDê teqîn li xwe girt û daxuyaniyek belav kir .

Di daxuyaniya xwe de hatiye ku 25 ji çekdaran hatin kuştin û 36 jî birîndar bûne ji wan 4 ji sêxoriya Turkiyê ne .

Lê perçevîdoyek belav bû tê de diyar dibe ku dema teqînê de tu çekdar li wê derê tune bûn û nemayişa leşkerî bi dawî hatibû .

Ş.E

496