Kongireke Navdewletî derbarê girtiyê jin û zarok di zindanê Esed de hat li darxistin
Bi dehan Rêxistinên xwechî û Navdewletî daxwaza serbersit berdana girtyên jin û zarokdi zindanên Rêjîma Esed de kir, tekezî li ser giringiya sizadana berpirsên tawanên şer li Sûriyê wek bingeha dadwerîy ya qonaxa veguhêz kirin.
Ew yek di kongirê navdewletî ku Istenbolê duh roja çarşemê (20.2.2019) , ku li ser daxwaza "hereke Eldemîr" ya ku dinava wê de rêxistnên navdewletî , kesayetîn mafperwer , berlemanter û hunermend cih digrin , dibin navnîşana " heta rizgarkirina dawîn jin û Zarok di girtîgehên sûryê de" hatbû li darxistin.
di wî gongrey de, nûnerîn (55) welatî bejdar bûn, widnava wan de jî kesayetên xudan rol li ser asta wlatên xwe û cîhanê jî hebûn.
Serokê komîta karûbarên girtî û windabûyan di Hevpeyimaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê, yasir Elferhan, piştevanîya xwe jibo armancên kongirê da diyarkirin, û da zanîn ku bardoxa girtinê û rewşa girtiyan di zindanên Rêjîma Esed de, ne wek çi rewşa girtiyên çi welatekî ne, û tekez kir ku şêweyên eşkenceyê yê dirinde û wehşî ku bûye sedema kuştina hezaran ji girtiyan heta niha di girtîgehên Esed de.
Serkirdeyê Hevpeyimaniyê, amaje bi gringiya sizadana berpirsên tawanên şer û girtina jin û zarokan û encamderên komkujiyan kir, û da zanîn ku wê bi awayeke mezin xizmeta çareseriya siyasî li gor biriyarên Navdewletî bike.
Berdevka wê tevgerê jî ji aliyê xwe ve , diyar kir ku armanca kongir ewe ku bala dewletan bikşîne ser êş û azarên jinên ku di zindanên Rêjîma Esed de ne û rastî eşkenceyê û destdirêjiya sêksî tên û da zanîn ku tevger hemî hewlên xwe dike ku hijmareke mezin ji jin û zarokên ku ji sala 2011 ve hatine girtin , rizgar bike.
Di dawiya kongir de, tevgerê daxuyanyek belav kir û têde hijmara jinên di girtîgehên Rêjîma Esed e da zanîn ku zêdetrî (13) hezar û(500) jin hebûn ku ji destipêka şoreşa Sûriyê di sala 2011 ve û heta niha jî zêdetirî (7) hezar jin hêjî girtî mane û rastî eşkenceyê , lêdanê , tûndutîjî û destidrêjya sêksî tên , îdî Rêjîma Esed li himber jinê dest drêjya sêksî mîna çekekê bikar tîne.
r.o
676
