Efrîn .. Nivîsgeha Nobedariyê li Cindirêsê hat ragihandin

Efrîn .. Nivîsgeha Nobedariyê li Cindirêsê hat ragihandin

Feb 21 2019

ARK NEWS .. Ji ber bilindbûna asta diziyê li nav navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê belavokek belav kir tê de ragihandiye ku nivîsgeheke nobedariyê li nav navçeyê vekiriye da ku bi şev li nav taxên navçeyê rewşê bişopîne û geran encam bide .

Li gor belavoka ku Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê û kopiyek gihişt ARKê tê de hatiye ji ber ku gelek rewşên diziyê li nav navçeyê hatin tomarkirin û ji bo danîna sînorekê ji diziyê re nivisgehek nobedariyê bi hemahengî navbera Encûmena Xwecihî ya Cindrêsê û şaxê Polîsên Leşkerî û Serokatiya Sivîlan û Dadweriya Leşkerî û Sivîl hat vekirin .

Li gor heman belavokê ku nivîsgeha nobedariyê rojana ji demijmêr 10ê şevê ta 6 sibê dê bi karê xwe rabe û geran li nav taxên navçeyê re encam bide herwiha hijmara aliyên peywendîdar li jêr belavokê daniye da ku xelk gilyên xwe pêşkêş wan bikin eger tu liv û tevgerek ne rewa dîtin .

Ş.E

556