Kewregosk .. PDK-Sê banga beşdariyê di vejandina salvegera şehîdbûna serkirde Nesredîn Birhik de dike

Kewregosk .. PDK-Sê banga beşdariyê di vejandina salvegera şehîdbûna serkirde Nesredîn Birhik de dike

Feb 21 2019

ARK NEWS .. Rêxistina Kewregoskê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya bangewaziyek belav kir tê de ji xelkê xwest ku beşdariyê di vejandina salvegera heftan ya şehîdbûna endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Nesredîn Birhik de bikin .

Merasîmên vejandina salvegerê dê di roja Înê de 22/2/2019an de be ango di heman roja salvegera şehîdbûna Nesredîn Birhik dê were lidarxistin .

Li gor bangawaziyê merasîmên vejandina salvegera heftan dê li hola Navenda Tendirustiyê li nav kampa Kewregoskê be û ji demjimêr çar dê dest bê bike .

Ş.E

817