HSD daxwazê ji Emerîka dike hêzên xwe venekşîne
Piştî ku hate zelalkirin , Emerîka piştî bi dawî hatina şerê Da'şê tu grîngiyê nade PYDe û tevaya hêzên bi serve û yên ku PYD e beşeke têde , berpirsiyarên pyd e û QSD e daxwazê ji Emerîka û welatên Oropa dikin ku pişta wan bernedin ..
Mezlûm Kobanî berpirsiyarê QSD e daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî li dijî Da'şê Ku Emerîka serperiştiya wê dike kir ku ( 1000 heta 1500 ) serbazên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêlin piştî bi dawî hatina şerê Da'şê . herweha Mezlûm Kobanî got ku Ew hêvî dike ku Emerîka piroseya vekişana tevaya hêzên xwe ji Sûriyê rawestîne , û Hêzeke asmanî û bejayî li Rojavayê kurdistanê bihêle .
Weke hate ragehandin ku hevpeymaniya navdewletî li djî Da'şê bi serokatiya Emerîka ew daxwaza QSDe retkiriye , û guh neda wê daxwazê .
Û Ji aliyê xwe ve Aldar Xelîl di lêdwanekê de ji bo ajansa Firans Prês ya Ferensî Daxwaz ji welatên Yekîtiya Oropa kir ku hêzekê li ser sînorê Rojavayê kurdistanê Belav bike ., û yan jî ji aliyê asman ve piştevaniya wan bike .
Herweha Xelîl got ku pêwîste ji ruwê exlaqî û sIyasî ve welatên Yekîtiya Oropa pişta PYDe bernedin , û ferensa kare pêşniyazekê ji bo encûmena asayîşa navdewletî Pêşkêş bike da ku hêzên navdewletî li ser sînorê Rojavayê kurdistanê bi turkiya re Belav bike .
Herweha Aldar Xelîl got eger welatên Yekîtya Oropa û Emerîka pişta wan berdin , Wî demî PYDe wê rû li Şama paytexta Sûriya bike , da ku li gel rijêma Esed rêkeftinê Bike , û çekdarên rijêma Esed sînor biparêzin .
Ji dema ku Donald Tramp serokê Emerîka biryara vekişana hêzên Emerîkî ji Sûriyê RagehandIye , û PYDe ketiye liv û tevgerê de û rû li tevaya aliyan kiriye da ku bi Hana wan ve were , lê tevaya daxwaz û projeyên ku PYDe pêşkêş kirine ji aliyê wan Aliyên ku PYDe rû lê kiriye hatine retkirin .
N.H
478
