Lavrof: Emerîka wê Diweylekê ji bo Kurdan li R.Ç.F ava bike
Careke din wezîrê derveyê Rûsiya , Emerîka bi avakirina keyanekî kurdî li rojhilatê Feratê Tometbar dike , û dibêje pêwîste yekparçehiya Sûriyê were parastin ..
Sêrxî lavrof wezîrê Derveyê Rûsiya ragehand ku wîlayetên Yekgirtiyên Emrîka hewl dide Sûriya dabeş bike , û Duylekê ji bo kurdan li rojhilatê Çemê Feratê ava bike . herweha lavrof Got ku Emerîka nahêle Hevpeymanên wê , ji nûv re navçeyên Sûriyê yên ku ji destê teroristan hatine azadkirin ava bike , û ev çend niyaza Emerîka dide xuyakirin ku Emerîka ji bo dabeşkirina Sûriyê kar dike
Wezîrê derveyê rûsiya got ku erkê tevaya welatên ku destêwerdanê di sûriyê de dikin , Vegerandin û parastina serweriya Sûriyê ye , û civaka navdewletî bi giştî û Emerîka Piştevaniya vê pêngavê dikin , lê di rastî de û li ser erdê Emerîka berûvajiyê vê pêngavê kar Dike , û Emerîka rijde li ser avakirina keyanekî taybet bi kurdan li rojhilatê çemê feratê .
Sêrxî lafrov got ku Emrîka bi tenê navçeya rojhilata çemê feratê ji nûv re ava dike , û Hevpeymanên xwe jî li wê navçeyê neçar dike da ku projeyên xizmetguzariyê li rojhilatê Çemê Feratê encam bide , û ev çend wateya niyaza Emerîka bi dabeşkirina Sûriyê dide Xuyakirin . û derbarê vekişana hêzên Emerîkî ji Sûriyê Sêrxî lafrov got ku vekişana hêzên Emerîkî ji sûriyê wê bandoreke erênî li dîtna çareseriyekê ji bo kirîza Sûriyê bike , lê ew Bawer nake ku Emerîka wê biryara xwe cîbecî bike.
N.H
961
