Xişte û pilana vejandina helkeftên meha Adarê hat ragihandin
ARK NEWS .. Bi biryarekê ji Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê helkeftên meha Adarê li herêmên Rojavayê Kurdistanê dê werin vejandin û xeşte û çawaniyê şêweya vejandinê eşkere bû.
Di vê derbarê de serokê Encûmenên Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihsin Tahir ragihand ku piştî hevdîtinên duh yên hevbeş navbera Nivîsgehên Karûbarên Encûmenên Xwecihî û Nivîsgeha Serokatiyê, herdu alî gihişt xişteyekê ji bo vejandina helkeftên meha Adarê û bi navê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê .
Li gor Tahir ragihandiye ku xişteya vejandinê bi vî awayî ye :
Yekê Adarê helkefta koça dawiya nemir Barzanî dê wek semînarên cemawerî bi navê Encûmenên Xwecihî werin lidarxistin tê de behsa wê helkevtê bikin.
Di 8 Adarê di roja jinan ya cîhanî de daxuyaniyek dê were belavkirin û Nivîsgeha Jin û Zarokan bi hevkariya Encûmenên Xwecihî dê bi karê vejandina wê rojê li gor qedirgiraniya jina kurd û cih û rola wê rabin .
Derbarê roja pakrewanên kurd li Rojavayê Kurdistanê Mihsin Tahir bal kişand ser ku mûm û find şeva 12 Adarê dê werin vêxistin û alên reş li ser derî û pencerên malan werin berdan û wek şermezarkirin û riswakirina wê komkujiyê û bîranîna pakrewanên kurd û Kurdistanê di sibehê de xelk dê berê xwe bidin mezarên pakrewanan û gurzên gul û çîçekan li ser gorên wan deynin û fatîheyê di Qurana pîroz de li ser canê wan bixwînin, piştre gotin dê werin pêşkêşkirin tê de behsa rola pakrewan û cihê wan bikin .
Tahir da zanîn ku di 14 Adarê de roja jidayîkbûna nemir Mila Mistefe Barzanî ew helkefta pîroz li cem xelkê kurd wek lidarxistina semînar û kombûna cemawerî li hemû herêman bi serpereştiya Encûmnên Xwecihî dê werin lidarxistin tê de behsa rol û giraniya xwediyê pirojeya niştîmanî û rêbaza kurdayetiyê Barzaniyê nemir û tiştên ji kurd û Kurdistanê re pêşkêş kirine bikin .
Di 16 Adarê navborî got ku bîranîna komkujiya kîmawî li Helbçe , Xormal û herêmên din ku di sala 1988 de bû, û bi deh hezaran şehîd bûn piraniya wan ji zarok, kal, pîr, û jinan bûn dê ew roj were vejandin û bo 5 xuleyan ji demjimêr 11 - 11.5 xuleke bêdeng li ser canê pakrewanan dê were rawestandin .
Di şeva Newrozê de mûm û find li ser rêyên sereke dê werin vêxistin bi bilindkirina ala Kurdistanê li ser dukan û malan werin xemilandin û di 21 Adarê roja dawiya keyf û xweşî û dilxemiya meha Adarê be ku di wê mehê de gelê kurd rastî gelek astengiyan hat û roja Newrozê bi keyf û xweşî û beşdariya tîmên filklorî yên herêmî eger tu astengî û rêgirî çênebin dê were vejandin .
Di dawiya axeftina xwe de Mihsin Tahir serokê Encûmenên Xwecihî di Encûmena niştîmanî ya kurdî li Sûriyê de hêvê kir ku helkeftên meha Adarê ya îsal bi beşdarIyeke pir mezIn ji xelkê be û agIrê Adarê bibe nîşanek ji azadî û aştiyê ji gelê kurd û hemû gelê Sûriyê re be .
Ş.E
609
