6 sal in welatiyekî Rojavayê Kurdistanê windayî ye

6 sal in welatiyekî Rojavayê Kurdistanê windayî ye

Feb 19 2019

Şeş sal in welatiyekî Rojavayê Kurdistanê windayî ye û çarenivîsa wî nehatiye naskirin.

Roja 17.05.2013an, demjimêr 7ê êvarî peywendî bi welatiyê bi navê Idrîs Ebdulmecîd Ebdulmecîd re li bajarê Selemyê yê gundewarê parêzgeha Hema ya Sûriyê hat birîn û ji wê demê ta niha ve tu zaniyarî li ser nehatiye wergirtin.

Idrîs bi xwe xelkê bajarê Hesekê ye û jidayikbûyê 1974an e û bavê keçek û du kuran e.

Li Sûriyê bi dehan welatiyên kurd windayî ne û çarenivîsa wan nehatiye zanîn, Her yek ji Rêjîm û aliyên din yên mlimilanyê li Sûriyê bi windakirin û revandin û girtina wan welatiyan tên tometbarkirin

663