Şandek ji Tîma Taykwando - şaxê Hesekê seredana fermandariya Hêza Pêşmergeyê Roj kir

Şandek ji Tîma Taykwando - şaxê Hesekê seredana fermandariya Hêza Pêşmergeyê Roj kir

Feb 18 2019

ARK NEWS .. Şandek ji Tîma Taykwando ya şaxê Hesekê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava seredana fermandariya Hêza Pêşmergeyê Roj kir û ji aliyê fermandeyê Hêza Pêşmegeyê Roj Emîd Receb Mihemed Dehdo ve hatin pêşwazîkirin .

Li gor rûpela fermî ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava belav kiriye ku seredana şaxê Hesekê ya Tîma Taykwando ya yekîtiyê ji ber şanazî û serblindiya wan bi Hêza Pêşmergeyê Roj hate pêkanîn û tabloyek bîranînê ji wan re pêşkêş kir.

Tîma taykwando ji rahêner, xort, keç û zarokên tîmê pêk dihat û herdu alîyan dilxweşiya xwe ji wê seredanê re derbirandin .

Ş.E


407