Me'erit El No'man .. 5 Welatiyên sivîl di encama êrîşa rêjîmê de birîndar bûn
Feb 18 2019
ARK NEWS .. Li bajarê Me'erit El No'man yê ser bi parêzgeha Îdlibê li Bakurê Sûriyê ye 5 welatiyên sivîl di encama êrîşa rêjîma Esed de birîndar bûn .
Li gor Tîma Berevaniya Sivîl ku bi Kum Spî têne naskirin ragihandine ku 5 welatiyên sivîl di encama êrîşa îro sibê di 18/2/2019 birîndar bûn ji wan sivîlan 2 zarok û jinek jî hebû .
Heman jêderê da zanîn ku ew êrîş ji aliyê Rojhilata Îdilbê ve ku di bin destê rêjîmê de ye hat ser bajarê Me'erit El No'man û tîmên navborî kar ji bo veguhestina birîndaran ji bo navendên tendirustiyê kir .
Jibilî ziyanên canî ziyanên madî jî gihişt mal û milkên welatiyên sivîl .
Ş.E
316