Dr. Vala Ferîd wek Seroka Parlemana Kurdistanê hat hilbijartin.

Dr. Vala Ferîd wek Seroka Parlemana Kurdistanê hat hilbijartin.

Feb 18 2019

Parlemantoya Kurdistanê civiya û desteya nû ya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê hat hilbijartin.

Îro Dûşema 18.2.2019 Parlemantoya Kurdistanê civiya.

Di civîna îro de desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin.

Dr. Vala Ferîd ku parlemantera PDKê ye, wek Seroka Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin.

Hêmin Hewramî ku parlemanterê PDKê ye, wek Cîgirê yekem ê Serokê Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin.

Muna Nebî ku parlemantereke Turkman e, wek Cîgira Serokê Parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin.

Hêmin Hewramî di hindurê parlemantoyê de wiha got: “Kursiyê serokê Parlemantoya Kurdistanê ji para YNKê ye, lê heta ku PDK û YNK lihev bikin, dê Dr. Vala Ferîd serok parlemantoyê be û dema ku lihevkirin çêbû û YNK di civîna parlemantoyê de beşdar be, dê kesek ji YNKê bibe serokê parlemantoyê.

489