Turkiya .. Hevdîtinek navbera ENKSê û Îtîlafê de

Turkiya .. Hevdîtinek navbera ENKSê û Îtîlafê de

Feb 18 2019

ARN NEWS .. Hevdîtinek navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Kobanê û nûnerên ji komîta Cizîr û Feratê di Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê de li bajarê Orfa yê Turkiyê hate lidarxistin .

Di hevdîtina duh Yekşemê 17/2/2019 pêşhateyên dawiyê û sînaroyên li pêş herêmên kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û yên Sûriyê bi giştî hatin gotûpêjkirin, herdu aliyan tekezî li ser têklî û hemahengiya navbera ENKSê li Kobanê û Îtîlafê de kir .

Şanda komîta Cizîr û feratê di Îtîlafê de ji her yek ji Yasir Ferhan ,Mimemed Walî, Ebdulbasit Mihemed Elwês, û Ebdullah El Ferec pêk dihat, şanda ENKSê li Kobanê ji her yek ji Elî Îbrahîm, Elî Temî, Henan Ebas, û nûnerên ji Encûmena Girê Spî û Reqayê, û hin endamên din di encûmenê de pêk dihat .

Ş.E

541