Esed: Destûr ne cihê danûstandinê ye

Esed: Destûr ne cihê danûstandinê ye

Feb 17 2019

Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Elesed ragihand ku Destûra Sûryê necihê danûstandinê ye.

Îro Esed di merasîmên pêşwaziya serokên encumenên xwecihî yên parêzgehên Sûriyê, di gotareke xwe de got Destûra Sûriyê necihê danûstandinê ye û ew rê nadin welatên dijatiya Rêjîma wî dikin ku bi rêya sîxurên xw ere yên hiligrê regeznameya Sûriyê armanca xwe bicî bînin.

Esed serbar kir ku ew ê her bostekê ji xaka Sûriyê rizgar bikin.

Serokê Rêjîma Sûriyê weke nameyekê ji aliyên piştevaniya xwe ji Emerîkayê dibin li Sûriyê şand û got Emerîka we naparêze û berevaniyê di ber we de nake û berevanê we tenê Artêşa Rêjîmê ye.

484