Rêjîma Esed dest bi ser malên şoreşgerên Der'a de girt

Feb 17 2019

Rêjîma Esed berdewame di fişarên xwe de bi hemî awayî li ser sivîl û şoreşgerîn Der'a de, Rêjîm îdî rê nade milletê sivîl ya şervanên berê di nava Artêşa Azad de, dest bi mal û mulkên xwe bidin li parêzgeha Der'a, ew jî bi armanca tengkirina tevgerê li ser şoreşê û bihêzkirna dûrpêçkirna xwe ya ewlehî li wê parêzgehê.

Çalakvanên xwechî yê Der'a da zanîn, ku dezgehên Rêjîma Esed dest danîye ser malên gelek ji xelkên sivîl yên ku tevlî şoreşê bûne û hinek ji wan ku dinava encûmanên xwechî û dezgehîn alîkariyên jibo mllet .

Çalakvanan herwiha dazanîn ku, Rêjîma Esed dest danîye li ser serweta veguhêz û neveguhêz yên serkirid yan endamên berê yê Artêşa Azad , çi kesên ku di bajêr de mabûn yan jî digel penaberan koçberbûne navçeyên bakorê Sûriyê.

Dezgehên Rêjîmê xelkê Der'a û Şoreşgeran neçar dike di kirîn û firoştina her mulkekî xwe de, rezamendiya "emnî" ango ewlehî ji dezgehîn ewlehî yên rêjîmê werbigrin û ew rezamendî nade kesekî ku tevlî hêzên Rêjîma Esed nebin.

Hevdemî wê yekê, Rêjîm fişarê dike ser millet , kesên şoreşger û bi dehan operasyonên girtinê û revandinê li parêzgeha Der'a encam daye .

Ji alyê xwe ve, Hevpeymanîya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê, tekez kir ku bi awayeke rojane Rêjîm fuşarê dike ser sivîlan li navçeyên ku Rêjîmê dagîrkirine û destê xwe daniye ser malên wilatyan û piştî (8) salan ji Şoreşê hêjî Rêjîm bi heman hzir û 'eqilyetê li dijî milletê Sûriyê reftar dike.

Piştî dest danîna Rêjîmê li ser Başûryê Sûriyê , yekser biryara dest danînê li ser mal û mulkên hinek kesayetên bajêr derxist û dinava wan de jî jin , pizîşk , rojnemevan û svîl jî hene, ew jî bi haneya ku ew kesne terorîstin.

r.o

478