Nêzîk bûnek Erebî Israyîlî li dijî Îranê tê avakirin

Nêzîk bûnek Erebî Israyîlî li dijî Îranê tê avakirin

Feb 17 2019

Piştî du rojan ji civîn û giftûgoyan kongirê Warso yê taybet bi kêmkirna metirsyan li ser rojhlata navîn bi beşdarbûna nûner û berpirsên bîhtirî 60 welatên cîhanê dinav wan de hijmarek welatên 'ereb jî hebûn bidawî hat .

Di kongirê warsu de her yek ji welatên Siûdiyê û Îmaran û Behrîn û Misr û Yemen û Ûrdun û Kiwêt û Mexrib û Oman û Qeter nuneratya welatên erebî kirin .

Ev yekem care ku welatên Erebî li ser yek masê li gel serok wezîrên Israylê dicivin ku ev yek bû cihê nerazîbuna hikumeta Filestînî ku metirsyek li cem wan çê bu ku ev yek bibe riyek ji bo bihêzkirna peywendyên welatên Erebî bi Israyl re .

Lê tevî vê yekê diyare ku welatên Erebî giringiyê didin rawestandna berfirehbûna Îran di deverê de bêhtir ji destipêşixirya Erebî ji bo aştîyê li Filestîn ku ev hate tekez krin piştî cvîna Netinyaho li gel wezîrê derve yê 'welatê Omanê herweha seredana netinyaho berya neha ji bu heman welatî .

Netinyahu ji alyê xwe ve eşkere kir ku kongirê Warso derfeteke ji bu kar li gel welatên Erebî ji bo bihêzkirna bercewendiyên hevbeş di şerê li dijî Îranê herweha diyar kir ku seredana wî ji bo Oman rê vedike ji bo hindek aliyên din ku rûpeleke nû bi Israyl re vekin .

Raman Hiso

387