Lodiryan: Vekşana Hêzên Emerîkî ji Sûriyê wê bikeve berjewendiya Iranê de

Lodiryan: Vekşana Hêzên Emerîkî ji Sûriyê wê bikeve berjewendiya Iranê de

Feb 16 2019

Wezîrê derveyê Frensa dibêje siyaseta Emrîka ya dawî di Bakûrê Sûriyê de , xizmeta Îranê dike li wê navçeyê.

Can Îf Lodiriyan wezîrê derveyê Frensa ragehand ku eger hêzên Emrîkî ji Sûriyê vekşin , wî demî proseya vekşana hêzên Emrîkî wê bikeve berjewendiya Îranê de ,û siyaseta Emrîka bi vî rengî nezelaliyek tê de drust dibe.

Herweha Lodiriyan daxuyakirin ku ji aliyekî ve Emrîka sizayên abûrî li ser Îranê disepîne , û ji aliyekî din ve Emrîka ji Bakûrê Sûriyê wê vekşe , û piştî vekşanê hejmûna Îranê wê َbihêztir bibe , lewma siyaseta Emrîka li wê navçeyê nezelaliyek tê de heye.

503