Efrîn .. Sedemên êrîşa PYDê ser gundê Avrazê yekem car tên xuyakirin

Efrîn .. Sedemên êrîşa PYDê ser gundê Avrazê yekem car tên xuyakirin

Jul 01 2018

Di rojeke weke îro de bîst û nehê Hizêranê sala 2012de çekdarên YPGê êrîşî gundê Avrazê yê navçeya Mabeta kirin da ku serkirdeyê Partiya Demokrata Kurd li Sûriya Elpartî ku niha ew Partî bûye Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya D.Haşim Şêx Nesan berpirsê navenda Efrînê ya Partî binçavbikin ku ew êrîş wek pilaneke destpêkî bû ji komkûjiya derheqê malbatê nexasim mala Şêx Henan ku piştî wê bi pênc rojan komkûjiyê di 4\7\2012 hate pêkanîn.

D.Haşim ji aliyê ewlekariya rêjîma Sûriyê ve dihate xwestin û ji ber wê yekê dermanxaneya xwe li navenda Efrînê bi cih hişt û berê xwe da gundê xwe Avrazê ku di meha 12ê sala 2012an zanî bû ku ew ji aliyê ewlekariya Siyasî ya navenda bajarê Efrînê ku bi serpireştiya Raêd Ekrem Silêman di hat bi rêvebirin tê xwestin .

Û dema rêjîmê Efrînê radestî PYDê kir çekdarên YPGê bi karê dîvçûn û şûpandina karê siyasetmedar û çalakvanan kirin û doseya Haşim yek ji doseyên bi sedan bû .

Yekem gef li pêş mala wî li taxa Vêlat riya navenda çandiniyê ya Efrînê di 2\2\2012 an bû ango berî rojekê ji xwepêşandana mezin ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Efrînê bû û bi eşkere û zelalî çekdarên YPGê ji wî re gotin eger karê Partiyê û Siyasî û tevgera xwe ya şoreşî bernede ew dê yan wî bikujin yan kurê wî yê tekane birevînin û ji wê rojê de D.Haşim Şêx Nesan xwe ji çavên PYDê vedizand û karê xwe li Efrînê rawestand .
Piştî ku PYDê pê zanîn Haşim li gundê xwe ye bi sedan ji çekdarên xwe amadekirin da ku êrîşî gundê Avrazê bikin û di 29\6 anko di Hizêranê de êrîş bi serpireştiya Heval Kemal berpirsê leşkerî yê Efrînê, Heval Ednan brepirsê navçeya Mabeta, Heval çekdar berpirsê mûdehematan ango êrîşan û girtina ser malan û serkirdeyeke YPJê û bi sedan ji çekdaran hate pêkanîn .

Ji ber ku malbata Şêx Nesan ne xwestin Haşim radestî YPGê bikin Sîpan Hemo berpirsê giştî yê YPGê li Rojavayê Kurdistanê peywendî bi serkirdeyê Elpartî Xelîl Izet re kir û jê xwest berê xwe bide gundê Avrazê da ku tu pevçûn rû nedin herwiha têkeliyên Heval Hesen Kurzêlê perpirsê Siyasî yê Efrînê ji berpirsên ku li gund amadene berdewam bûn da ku tu pevçûn rû nedin ku di wê demê de Sîpan Hemo û Heval Hesen ne li Efrînê bûn .

Piştî danûstandinan ku derdora Sê demijmêran Berxwedan Haşim hat radestkirin û sê rojan di zîndanê de hiştin û 2\7\2012 serbest hate berdan û 4ê/7/2012an di roja komkûjiya malbata Şêx Henan de carek din bi 26 kesan ji malbatê hate binçavkirin û li zîndana gundê Hobka yê Raco ew û malbatê rastî eşkenceyê hatin û di encam de Nûr Eldîn kurê Şêx Henan jiyana xwe di bin eşkencê de ji dest da û şehîd bû û 10\7\2018 û li gor rêkeftina Desteya Dilind ji Zîndanê hate berdan û ji Efrînê hate surgunkirin ku di 11ê meha 7an rêkeftin bi fermî li Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî hate îmzekirin û li gor wê rêkeftinê hêdî hêdî girtiyên komkûjiya malbata Şêx Henan serbest hatin berdan ku di zîndana reş de li gundê Şêx Bila yê Raco bûn û yekem car ew zîndan bi girtiyên wê malbatê hate vekirin .

Gundê Avrazê yek ji gundên ku PYDê ji xwe re kiri bûn armanc wek gundê Sînka, Kosa, Çeqilme, û Birc Ebdalo û D.Haşim Şêx Nesan yek ji sedan welatiyên Efrînê yên rastî eşkenceyê hatin û ji Efrînê hatine surgunkirin .
ŞÊXO EFRÎNÎ

1145