Çîn daxwaza xweragirtinê ji Israîl û Sûriyê dike

Çîn daxwaza xweragirtinê ji Israîl û Sûriyê dike

Jan 21 2019

ARK NEWS .. Piştî ku artêşa Israîlê berbanga îro hejmarêk operasyonên esmanî li nava xaka Sûriyê encam dan, welatê Çînê daxwaz ji Israîl û Sûriyê kir ku xwe ragirbin û bi tu kiryarran ranebin daku rawêa deverê têk neçe.

Di kongirekî rojnemevanî de Hiwa Tişûn Yîng berdevka Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku eve demeke welatê wê dawîn pêşhateyên Sûriyê dişopîne û herdem welatê Çînê daxwaza rêzgirtin û parastina yekperçeyî û serweriya Sûriyê dike.

Yîng tekez kir ku pêwîste hemû aliyên peywendî dar rê li ber encamdana her kiryarekî li Sûriyê ku rewşê gûrtir bike bigrin, û bi roleke avaker rabin ji bo peydakirina ewlehî û aştiyê li Sûriyê.

L.A

526